Mexdûrên erdhejê li benda xaniyên nû ne

Li Elazığê çêkirina 17 hezar û 800 xaniyên nû dewam dike...

Mexdûrên erdhejê li benda xaniyên nû ne

Li Elazığê çêkirina xaniyên erdhejê dewam dike. Li bajêr halê hazir 17 hezar û 800 xaniyên nû tên çêkirin. Welatiyên ku di erhejê de xaniyên wan zirar dîtibûn û hêj di konteyneran de ne bi hêviyeke mezin li benda xaniyên nû ne.

Di 24ê Çileyê de navenda wê Sivrîce li Elazığê erdhejeke mezin çêbibû.

Di erdhejê de 41 welatî miribûn û gelek avahî û xaniyan jî xisar dîtibû.

Mexdûrekek erdhejê got, ‘’Di erdheja 24ê Çileyê de xisareke mezin li li bînaya me ket. Hin cîranên me di bin enqazê de man. Ji bo me qelek zor û zehmet bû’’.

Li ser vê bi destê TOKİ’yê ji bo mexdûrên erdhejê xaniyên nû hatin çêkirin.

17 hezar û 800 xaniyên ku ji nû ve hatin çêkirin hêdî hêdî teslîmî xwediyan dikin.

Welatiyên ku ji wê rojê ve di konteyneran de dijîn, bi hêviyeke mezin li benda xaniyên nû ne.

Mexdûrekek erdhejê got,‘’Xwedê ji dewletê razî be. Di nav 9 hehan de her tişt qedand. Em li xaniyên nû geriyan. Hundir û derdora wan gelek xweş hatiye çêkirin.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE