Mexdûrên Qetlîama Başbağlarê dixwazin edalet pêk bê

 "Em li dû tolhildanê neketine, tekane armanca me ew e ku bila edalet pêk bê"

Mexdûrên Qetlîama Başbağlarê dixwazin edalet pêk bê

Li Kemaliyeya navçeya Erzincanê 29 sal berê terorîstan avêt ser gundê Başbağlarê û 33 sivîl kuştin ku êş û jana vê qetlîamê hê jî di dilan da ye.

Di 5ê Tîrmeha 1993yan da terorîstên PKKyî avêtin ser Başbağlara gundê Kemaliyeyê, jinan li cihekî kom kirin, paşê ketin malan pere, zêr û çi tiştên biqîmet hene şêlandin û agir berdan malan.

Terorîstan 5 kes di malan da şewitandin, piştî nimêja mexribê 28 mêrên ji mizgeftê derketin jî li meydana gund kom kirin.

Terorîstên demekê propagandaya rêxistinê kirin, paşê gule berdan van kesan. Piştî bûyerê li herêmê bi sedan guleyên vala hatin dîtin.

Ji ser ra 29 sal derbas bibe jî êş û jana vê qetlîamê hê jî nayê jibîrkirin.

Her sal di vê dîrokê da kesên hatine şehîdkirin bi merasimê tên bibîranîn.

 "Em li dû tolhildanê neketine, tekane armanca me ew e ku bila edalet pêk bê"

Mixtarê gundê Başbağlarê Alî Akarpinarê ji bûyerê birîndar xelas bûye daxuyand 29 sal berê komeke terorîstan ya qasî ji 80 û 100 kesan pêk tê avêt ser gundê wan.

Akarpinar got şopa êşên wê salê nayê jibîrkirin û wiha axivî: "Ew şev 5 kes di malên wan da zindî şewitandin, tevahî 33 kes şehîd kirin. Di qetlîamê da ez û 2 gundiyên me ji ber ku hew zanibûn em mirine, em birîndar xelas bûn. Ji cihê bûyerê bi sedan guleyên vala hatin dîtin. Emê bernameya bibîranînê ya salvegera 29emîn li dar bixin. Em hêvî dikin dîsa bûyerên wek Başbağlarê çênebin. Bila careke din rondikên mezlûman nerijin. Em li dû tolhildanê neketine, tekane armanca me ew e ku bila edalet pêk bê."

Mehmet Kaya di 12 saliya xwe da bû şahidê komkujiyê û ji bûyerê sax û silamet filitî. Kaya diyar kir ku di êrîşê da kalikê wî, xalê û zavayê wî hatin şehîdkirin.

Kaya diyar kir, propagandayên ku terorîstan kirin, ji bîra wî neçûye û wiha dewam kir, "Dema ji zozanê vedigeriyam gund, rastî grûbek terorîst hatim. Em dan sekinandin û gotin 'ev der yê kê ne'. Li cem min Yahya abê hebû, got 'pêşiyê yê Xwedê, paşê yê dewletê, paşê yê me ye'. Terorîstan li ser vê got ku 'ev der ji vir û şûnda cihê me ye.' Piştî propagandayê grûbek terorîstên ku ji 50-60 kesan pêk dihat û di nav wan da du jin hebûn jî hatin."

Kaya daxuyand ku jin û zarokên newalê li hev civandin û 2 terorîstên jin dan ber dan û wiha dewam kir:

"Em zarok û jin li newalê hev civandin û nehiştin ku em ber bi mizgeftê herin. Her kes giriya. Di newalê da du terorîstên jin ser me ra sekinîbûn. Van terorîstan zêrên jinan û eşyayên wan ên biqîmet ji wan standin. Paşê gule berdan ronahî û lembeyan. Wesayît û malên pêşiya me agirdadayî kirin. Em heta sibê li wê derê man. Ez serê sibehê çûm qada ku şehîdgeh lê ye. Li wê derê kalikê min, xalê min û hinek gundiyên me dabûn ber guleyan û kuştibûn. Meqseda komkujiyê ew bû ku ferq û cudahiyê têxin navbera Kurd û Tirkan û Elewî û Sunniyan da ku vî welatî perçe bikin. Lêbelê em neketin vê defikê. Me Başbaglar jibîr nekir û em ê nedin jibîrkirin."

Şerîf Gulê ku piştî komkujiyê cardin vegeriya gundê xwe jî got ku wan ev bûyer jibîr nekiriye.

Gul diyar kir ku ew xwedî li emanetên şehîdan derketin û wiha dewam kir, "Piştî komkujiyê eşyayên şexsî yên şehîdên me wekî emanet ji me ra ma. Em van emanetan nîşanî nifşên nû didin û qala wan dikin. Piştî me ew ê xwedî li van emanetan derkevin. Bêyî ku ferq û cudatiyê têxin navbera Elewî, Tirk, Kurd û Sunniyan divê em bibin yek, em hemû bira ne. Me wekî hemwelatiyan ferq û cudatî nexist navbera kesî, em naxinê jî. Tu hêz wê nikaribe welatê me perçe bike, alaya me daxîne û azana me bide kerkirin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE