Mexdûrên şer ji jiyana konan xelas dibin

Türkiye li İdlibê ji bo penaberan 52 hezar malên brîket çêdike

Mexdûrên şer ji jiyana konan xelas dibin

Di xaniyên brîket de wê 300 hezar sivil werin bicîhkirin…

Li Îdliba Sûriyeyê ji ber zilma Rejima Esed trajediyeke mirovahiyê heye. 4 milyon sivîlên ku bê cîh û war man di konan de dijîn. Türkiyeyê dîsa alîkariya birayên xwe yên mihacir kir. Ji bo penaber ji jiyana konan xelas bibin ji wan re 52 hezar xaniyên brîket tên avakirin. Di merhala ewil de 86 hezar kes di malên ewle û tekûz de hatin bicîhkirin.

Rejîma Esed, Îran û Rûsyayê li Îdlibê bi êrîşên hovane cih û warên sivîlan hedef girtin.

Sivîlên ku ji cihên xwe reviyan li ser sînor di konbajaran de hatin bicîhkirin.

Têkoşîna wan a jiyanê di rojên zivistanê de zor û zehmettir e.

Lewra gelek kon di nav herî û avê de bûn.

Penaber Fatma Weys: “Mêrê min rihmet kir, ji ber vê yekê ez bi serê xwe dijîm. 2 Roj berê piştî baranê avê da ser konê min. Hemû tiştên malê şil bûn. Tu derfeta min tune û nizanim ez ê çibikim.”

Türkiye ji bo sitara penaberan dîsa destê alîkariya însanî dirêjî mexdûrên Îdlibê kir.

Di bin kordînasyona AFAD’ê de: Heyva Sor, Weqfa Diyanetê, IHH, Hayrat, Sadakat Taşi, Beşîr û Denîz Fenerî 52 hezar xaniyên brîket çêdikin.

Li herêmê projeya çêkirina xaniyan bilez û bez didome. Weqfa Diyanet’ê avakirina 2 hezar xaniyî qedand û wan teslîmê penaberan kir.

Mezinahiya xaniyên brîket 32 metrekare ne. 2 ode, mitbex, serşok û tualeteke malan heye.

Penaberên ku yek bi yek di malên nû de tên bicîhkirin ji xwe zêdetir zarokên xwe difikirin.

Penaber Abdullah İbrahim: “Ji ber êrîşên rejîmê ev 3 car in ku em koçber dibin. Dema em ji Hammayê reviyan li ser sînor di konan de man. Jiyana konan pir dijwar bû. Havînê germ, zivistanê serma bû. Tirkiye ji me re xanî çêkir. Jiyana me baştir bû. Zorokên me êdî wê necemidin.”

Piştî qedandina projeyan wê 300 hezar mexdûrên şer bikevin xaniyên xwe û rihet bikin.

Penaber Ehmed Emko: “Em ji bo ji jiyana konan xelas bibin bi çar çavan li benda qedandina xaniyane. Dewleta me li me zilm kir, lê Tirkiye xwedî derket. Xwedê ji rayadarên Tirk razî be.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE