Mexdûrên terorê hatin ezimandin

Komeleya AHBAP’ê û Walîtiya Mardinê malbatên şehîdan kirin mêvan...

Mexdûrên terorê hatin ezimandin

Li Nisêbîna Mêrdînê, ji ber êrîşên terorê 8 sivîl şehîd ketin û hin kes jî ji malên xwe derketin. Komeleya AHBAP’ê û Walîtiya Mêrdînê 20 malbat anîn Mêrdînê û kirin mêvan.

Di Operasyona Kaniya Aştiyê de rêxistina terorî YPG/PKK’ê bi hewanan êrîşî Nisebînê kir û 8 sivîl şehîd ketin.

Piştî van bûyeran hin malbat ji bo ewlehiyê ji navçeyê derketin û çûn cihên dûrî sînor.

Komeleya AHBAP’ê ku Hunermend Haluk Levent ev komel ava kiribû; bi Walîtiya Mêrdînê re ket têkliyê û ji bo 20 malbatan otelek eyar kir.

Malbat di otelê de tên ezimandin. Ew dibêjin ger herêma ewle bê avakirin, em ê vegerin navçeya xwe.

Xizm û eqrebeyên şehîdan sipasî Komeleya AHBAP’ê û walitiyê kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE