Mexdurên 28ê sibatê li ber dadxaneya Çağlayanê li hev civiyan

Mexdûrên 28ê Sibatê dibêjin bila qerarên daraza derbeyê bên betalkirin...

Mexdurên 28ê sibatê li ber dadxaneya Çağlayanê li hev civiyan

Mexdurên 28ê sibatê ji bo dengê wan bê bihîstin careke din li ber dadxaneya çağlayanê li hev civiyan. Wan bang li rayedaran kir ku biryarên mehkemeyên derbeyê bên betalkirin. Serokê mazlum-derê ramazan beyhan got, em efûyê naxwazin, em dibêjin bila ji nûve bên darizandin.

Mazlumder 28ê her mehê, li ber dadxaneya çağlayanê ji bo dengê mexdûrên derbeya 28ê Sibatê bide bihîstin, daxuyanîyê dide.

Di ser re 21 sal derbas bûn. lê derbeya 28ê sibatê ji bo girtiyên siyasî yên li hepsan û malbatên wan digel hemû giraniya xwe dewam bike.

Di civîna vê mehê de Cemiyeta Mustazafan, Komeleya Köklü Değişim û As-der jî hazir bûn.

Endamê Cemiyeta Mustazafan Mehmet Eşim : Hikûmet guherîn, daraz guherî, dadgeh guherîn lê ji bo mazlûman tiştek neguherî. Loma em ji vir bang li hikûmet û serokkomar dikin: Dengê van mazluman bibîhîzin.

Serokê Mazlumderê Ramazan Beyhan got, mexdûr nabêjin me efû bikin; ew dixwazin darizandin jinûve çêbin.

“Em dibên bila hevalên me ji nû ve bêne darizandin. Em efûyê naxwazin. Bila raya giştî bizanibe. Daraza wê heyamê lêpirsîna wan baş nekir û îfadeya wan jî baş nestand, tavilê biryar da û cezayên giran li wan birîn. Loma em dibên bila careke din werin darizandin.”

Dîroka nûkirinê: 29 Mijdar 2018, 17:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE