Meydana Daxqapiyê ya Diyarbekirê wê bê nûkirin

Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê wê bi "Projeya Nûkirina Şaristanî ya Meydana Daxqapiyê" va meydana nîşaneya bajêr e wê çêtir bike

Meydana Daxqapiyê ya Diyarbekirê wê bê nûkirin

Meydana Daxqapiyê ya Diyarbekirê bi saya projeya ku bê sepandin va wê ji nû va bê dîzaynkirin.

Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê di çarçoveya "Projeya Çêtirkirina Kuçeyê" da reng û rûçikê cih û warên li ser kolanên Gazî û Melîk Ehmedê cih digirin çêtir kir û avahiyan li gor mîmariya ewil restore kir.

Welatî û esnafên dor û berê ji vê xebatê gelek razî man û wezaretê jî li hemberî van razîbûnan dest bi avêtina gavên nû kir û di vê çarçoveyê da ji bo Meydana Daxqapî ya ser Yenîşehira navçeya navendî cih digire "Projeya Nûkirina Şaristanî ya Meydana Daxqapiyê" amade kir û wê bisepîne.

- Avahiya Sînemaya Dîlanê wê bibe navenda çandê

Wezaret wê di vê çarçoveyê da avahiya 50 sal berê hatibû avakirin, ji hêla artêşê va dihat emilandin û avahiya ewil a herî bilind a bajêr bû jî wê hilweşîne. Avahiya 13 qatî çend sal berê bi hinceta ku li hemberî erdhejekê wê li ber xwe nede hatibû valakirin û ji bo wê biryara hilweşandinê hatibû dayîn.

Qada ku avahî lê ye piştî hilweşandin û paqijkirinê wê daxilî meydanê bê kirin û avahiyên rûyê wan li meydanê mêze dikin jî wê bên restorekirin û avahiya Sînemaya Dîlanê tê da bû jî wê bibe navenda çandê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE