Mezata pirtûkên kevn û kêm tên peydakirin

Ji bo pirtûk û kovarên giranbiha reqabeteke şîrîn hebû 

Mezata pirtûkên kevn û kêm tên peydakirin

Li Diyarbekirê ji aliyê şaredariya bajarê mezin her meh carekê mezata kitêban tê lidarxistin. di vê mezatê de kovar û pirtûkên kêm peyda dibin û giranbiha jî hene. meraqdar û hezkirên kitêban jî li pey van kitêban e û tên mezata pirtûkan. 

Pirtûk û kovarên yek ji yeka din biqîmet di vê mezatê de li benda xwediyên xwe yên nû ne. 

Ji kovaran bigirin heta ansîklopediyan, ji kitêbên kevn bigirin heta destxetan di mezatê de bi sedan weşan hene. 

Daîreya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê her meh carekê li mekaneke cuda mezata kitêban li dar dixe. 

Müni̇r Karaloğlu: "Ji bo li bajêr kitêban bidin hezkirin û teşwîqa sehafiyê bikin mehê carekê em mezata kitêban çêdikin. Em hem kesên di destê wan de kitêbên firotinê hene hem jî kesên li kitêbên kevn digerin tînin bal hev du.Bi vî awayî çalakiyeke çandî ya xweş jî derdikeve holê. 

 Mezata vê hefteyê li Zanîngeha Dîcleyê bû û bihayê kitêban ji lîreyekî dest pê kir. 

Alîkarê wezîrê çandê Mîsbah Demîrcan û Gulşen Orhan jî beşdarî mezatê bûn. Pirtûkên ji mezatê kirîn diyariyê xwendekaran kirin. 

Pirtûkhez û meraqdarên neşriyatên kevn jî mîna nêçirvanekî bi baldarî van mezatan dişopînin. 

Mamoste û xwendekarên pirtûkhez jî ji mezata kitêban kêfxweş bûn. 

Di mezatê de di navbera pirtûkhezan de reqabeteke şîrîn jî hebû. Ji bo kitêba ku dixwazin fiyet li hev zêde kirin. 

Mezat bi awayê lihevzêdekirinê bi rê ve diçe û kî zahf pere bide ew dibe xwediyê kitêbê. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE