Di beşên ziman û edebiyata Kurdî de cara ewil xwendekarekî teza xwe da û mezûn bû. Zafer Açar li Zanîngeha Bingolê parastina teza xwe ya “tesîra kurdîzanan li ser tercîha ziman di jiyana kurdîzanan de” kir û bû xwendekarê ewil ku di beşên kurdî de doktoraya xwe qedand.
Parastina teza xwe kir
Teza wî hat qebûlkirin
Bû xwendekarê ewil ku ji doktoraya beşên kurdî mezûn bû.
Zafer Açar li Zanîngeha Bingolê doktoraya xwe qedand.
Mijara teza wî “Tesîra Kurdîzanan Li Ser Tercîha Ziman Di Jiyana Kurdîzanan de” bû.
Heta niha li Zanîngehên Tirkiyê kes ji beşên kurdî doktoraya xwe neqedandibû.
Ji bo mezûnê ewil ê vê beşê, mamoste jî kêfxweş û bextewar bûn.
Di Beşên Ziman û Edebiyata #Kurdî de cara ewil xwendekarekî teza xwe da û mezûn bû. Zafer Açar li Zanîngeha Bîngolê parastina teza xwe ya “tesîra Kurdîzanan li ser tercîha ziman di jiyana Kurdîzanan de” kir û bû xwendekarê ewil ku di beşên Kurdî de doktoraya xwe qedand. pic.twitter.com/zQwmHA04Ja
— TRT Kurdî (@TRTKurdiTV) January 2, 2020
Li Tirkiyê beşên kurdî di 2009an de hatibûn vekirin.
Ewilî di Enstitûyên Zimanên Zindî de beşên lisansa bilind hatin vekirin.
Pişt re beşên lîsansê jî vebûn û bi hezaran kurd di van beşan de bi zimanê kurdî perwerdehî dîtin.
Di beşên kurdî de perwerdehî bi zaraveyên kurmancî, zazakî û soranî tên dayîn.