Mîhrîcana berfê ya Ağrıyê

Mêvanên ku beşdarî mîhrîcanê bûn bi dilê xwe kêf kirin.

Mîhrîcana berfê ya Ağrıyê

Li Agiriyê 2yemîn Mîhrîcana Berfê Hat Lidarxistin. Di Bernameyê De Ji Pêşbirkên Cirîdê Bigirin Heta Konser Û Çêkirina Peykerên Ji Berfê, Bernameyên Gelek Cûrbicûr Hatin Lidarxistin. Mêvan Û Welatiyên Ku Beşdarî Mîhrîcanê Bûn 2 Rojan Têra Xwe Kêf Kirin. 

Li Agiriyê bi pêşengiya şaredariya bajêr 2yemîn Mîhrîcana Berfê hat lidarxistin. 

Mîhrîcan ji bo 2 rojan li Navenda Kaşûna ya küpkıranê û li Bexçeyê Miletê hat lidarxistin. 

Di mîhrîcanê de ji pêşbirkên cirîdê û konserên cuda bigirin heta çêkirina peykerên ji berfê gelek çalakî hatin kirin. 

Di serî de rayedar û rêvebirên bajêr ji xelkê bajêr jî gelek kes beşdarî mîhrîcanê bûn. 

Wezîrê Ciwanî û Sporê Mehmet Muharrem Kasapoğlu û Wezîrê Karên Navxweyî Süleyman Soylu jî bi telefonê beşdarî merasîmê bûn, ji bo mîhrîcanê serkeftin xwestin. 

Mêvan û welatiyên ku beşdarî mîhrîcanê bûn li vir bi dilê xwe kêf kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE