Mîhrîcana Gastroantepê

festîvalê bi berhevkirina îsotan dest pê kir

Mîhrîcana Gastroantepê

Mîhrîcana navnetewî ya Gastroantepê bi berhevkirina îsotan dest pê kir. Ji 40 welatî gelek aşpêjên navdar ên cîhanê beşdarî mîhrîcanê bûn.

Walîtî û Şaredariya Bajarê Mezin a Entabê bi hev re Mîhrîcana Navnetewî ya GastroEntabê li dar dixin.

Mîhrîcan li Nurdaxiyê bi berhevkirina îsotan dest pê kir.

Şaredara Bajarê Mezin a Gaziantepê Fatma Şahin:Ev mîhrîcan gelek girîng e. Em dixwazin ev der bibe navenda tehmên herî xweş ên cîhanê. Berhemên xwecihî ji bo vê pir girîng in. Ya herî baş jî îsotên me ne. Êdî hemû cîhan qebûl kiriye ku îsot şîfa ye.

Ji 40 welatan gelek aşpêjên navdar jî hatin mîhrîcanê.

Armanca mîhrîcanê ew e ku Entap bibe navenda Gastronomiyê.

Dîroka nûkirinê: 13 îlon 2019, 17:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE