Mîhrîcana kaşûnê ya Hesarekê

Ligel bi hezaran kesî rayedar jî tev li festîvalê bûn 

 Mîhrîcana kaşûnê ya Hesarekê

Li Çewlîgê di 5emîn mihrîcana kaşûnê ya hesarekê de bi hezaran welatî  kêf û şahî kir. mihrîcan 2 sal bûn ku ji ber pandemiyê nedihat kirin, lewma vê carê beşdarî zêde bû.  

Li Çewlîgê 5emîn mihrîcana Kaşûnê ya Hesarekê hat lidarxistin.  

Bi hezaran welatî li navenda kaûşûnê kom bûn û tevlî mihrîcanê bûn.  

Konser hatin lidarxistin, lîstikên cuda hatin lîstin.  

Hinekan xwe kaş kir, hinekan jî govend gerandin.  

Di mihrîcanê de rayedarên siyasî û îdarî jî cih girtin.  

Serokê Komîsyona Budçe û Planan a Meclisê Cevdet Yilmaz got “li cihê ku aramî tunebe tiştek tune.”  

“Li cihê ku ewlehî tunebe tiştek lê nabe. Aramî û ewlehî ji bo pêşxistina kalîteya jiyana me gelek girîng e. Ji bo ku ciwan di şert û mercên baş de bijîn û bigihîjin armancên xwe aramî gelek girîng e. “ 

Şaredarê Çewlîgê Erdal Arıkan jî got li gorî festîvalên berê beşdarî zêdetir e.  

 Ji gelek bajarên herêmê jî gel ji bo mihrîcanê berê xwe da Çewlîgê.  

Di festîvalê de ji bo beşdaran xwarin jî hat belavkirin. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE