Xebatên temirandina şewata daristanê ya li Marmarîsa navçeya Muxlayê yê duh dest pê kiribûn ji nû va dest pê kirin.
Şewata li daristana Şîrînyera texma taxa Armutalanê bi tesîra bayê ber bi Taxa Îçmelerê belav bû. Ekîb ji bo şewatê hildin bin kontrola xwe bi şev jî li bejayê xebitîn.
Bi derketina rojê va wesayîtên hewayê ji nû va dest bi xebatên xwe kirin. Gelek firokeyên sewqî herêmê kirin jî ji hewayê midaxeleyî şewatê dikin.
Di şewatê da kesek mir, hin xanî, wesayît û makîneyên kar jî ji şewatê zirar dîtin.AA