Midîbusa karkerên ji bona beşdarî pîrozbahiya Roja Hevkarî û Kedkariyê ya 1ê Gulanê bibin ji Elbistana navçeya Meraşê diçûn Şanliurfayê qelibî û gorî agahiyên ewil 5 kes mirin û 12 kes jî birîndar bûn.
Midîbusa karkeran ya bi plaqeya 46 VK 309 ku ji bona beşdarî pîrozbahiya Hak-Îş û Memur-Senê ya Roja Hevkarî û Kedkariyê ya 1ê Gulanê bibin ji Elbistana navçeya Meraşê diçûn Şanliurfayê li ser rêya Birecik-Sirûcê bi otomobîla bi plaqeya 45 HS 042 ra li hev ket û qelibî.
Gorî agahiyên ewil di qezayê da 5 kes mirin û 12 kes jî birîndar bûn.
Ekîbên çûn ciyê qezayê kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên li derdorê.
AA