Li Edeneyê mîdîbusa ku karkerên çandiniyê tê da bûn, wergeriya şarampolê û 11 kes tê da birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan, mîdîbusa ku plaqeya wê 18 AJ 980 ye, Ahmet Mumay diajot û karkerên çandiniyê tê da bûn, li taxa Dogankent Taşçiyê ya navçeya navend a Yuregîrê ji kontrolê derket û wergeriya şarampolê.
Di qezayê da ji 32 kesên ku di midîbusê da bûn 11 kes birîndar bûn.
Li ser êxbara welatiyan gelek ambulans şandin cihê qezayê û ekîbê îtfaiyeyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê jî sewqî cihê qezayê kirin.
Polês û ekîbên îtfaiyeyê bi hev ra birîndar ji midîbusê derxistin.
Birîndar piştî midaxaleya ewilîn rakirin nexweşxaneyên bajêr.
AA