Osman Uçarê Midûrê Rewşa Acil û Afatê (AFAD) yê li Bahçesaraya navçeya Vanê di binê şepeyê da mabû, hat xilaskirin û niha tê tedawîkirin.
Li Vanê duh şepe ket û tîmên lêgerîn û xilaskirinê çûn cihê bûyerê ku welatiyan xelas bikin.
Uçarê li wir tîm kordîne dikirin jî di binê şepeyê da ma.
Uçar ji binê şepeyê hat xilaskirin û bi ambulansê ew rakirin nexweşxaneyê.
Ji bo welatiyên din ên di binê şepeyê da mane jî bên xilaskirin tîmên AFADê dixebitin.