Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Nusaybinê Çetin : "Ji hêla perwerdeyê em gelekî rihet bûn

Li Nusaybina navçeya Mêrdînê şûna dibistanên ku 5 sal berê bi destê terorîstên PKKyî hatin hilweşandin, yek bi yek yên nû tên çêkirin û ji bo perwerde û hîndekariyê tên amadekirin

Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Nusaybinê Çetin : "Ji hêla perwerdeyê em gelekî rihet bûn

Li Nusaybina navçeya Mêrdînê şûna dibistanên ku bi destê rêxistina terorê PKKê hatin hilweşandin, 8 dibistanên nû û modern hatin çêkirin.

Li navçeyê piştî "Operasyona Yekîneya Taybet a Hevbeş a Atmaca-7" ku li dijî terorîstên PKKyî ku 5 sal berê li navenda navçeyê çal kolan, barîqat avêtin ser rêyan û teqemenî çal kirin, hat lidarxistin û ewlehî û aramî hat edilandin, xebatên jinavbirina şopên terorê jî didomin.

Li navçeyê ji bo welatiyên ku mal û kargehên wan xirab bûn, mal û kargehên nû hatin çêkirin û her wiha şûna dibistanên ku hatin hilweşandin jî yek bi yek dibistanên nû tên avakirin.

Li Nusaybina ku bi tevahî 9 dibistan hatin hilweşandin û di 22 dibistanan da jî xesar çêbû, par 3 û îsal jî 5 avahiyên dibistanê hatin çêkirin û bo Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê hatin radestkirin.

Li taxên Firat, Abdulkadir Paşa, Yenişehir û Zeynelabidinê avahiyên modern ên dibistanan ku bi destê TOKIyê hatin çêkirin, ji bo sala nû ya perwerde û hîndekariyê amade ne.

 "Ji hêla perwerdeyê em gelekî rihet bûn"

Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê Umit Çetin got, dibistanên ku li şûna dibistanên hilweşiyayî hatin çêkirin, bi şêweyeke zehf modern hatin çêkirin.

Çetin bal kişand ku par bi destê Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê 3 dibistan hatin çêkirin û îsal jî şûna dibistanên şewitandî û hişweşandî, 5 dibistan hatin çêkirin û wiha dewam kir, "Par 3, îsal 5 bi tevahî 8 dibistan hatin çêkirin. Ji hêla perwerdeyê em gelekî rihet bûn. Em di warê pol û personel da xwedî hemû derfetan in. Her tişt amade ne. Înşelah dibistanên me dê di sezona 2020-2021an a perwerde û hîndekariyê da bêyî kêmasî dest bi fealiyetê bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE