Midûriya Ewlekariyê ya Mûşê beriya 4 mehan ji bo zarokên gundan dest bi projeyeke taybet a sînemayê kir. bi xêra projeyê di 16 hefteyan de 978 zarokên 29 gundan cara ewil çûn sînemayê.
Midûriyeta Ewlekariyê ya Mûşê him ewlehiya welatiyan pêk tîne, him jî xebatên taybet û civakî birêve dibe.
Xebata herî dawî ji bo zarokên gundan bû.
Tîmên midûriya ewlekariyê di çarçoveya xebatê de xwendekarên pola 8an ji gundan digrin û li navenda bajêr dibin sînemayê.
Di 4 mehan de 978 xwendekarên 29 gundan cara ewil çûn sînemayê.
Xwendekarên gundan ji projeya sînemayê gelek memnûn in.
Hat eşkerekirin ku wê ev proje heta demeke dirêj bi vî awayî dewam bike.