Piştî 3 mehan, kursên quranê yên havînê qediyan. Miftîtiya Bingolê jî ji bo xilasbûna kursan bernemeyek çêkir. nêzî 2 hezar zarok û malbatên wan beşdarî bernameyê bûn.
Li seranserê welêt bi milyonan zarok tevlî kursên quranê yên havînê bûn. Piştî 3 mehan jî kurs qediyan.
Li Bingolê, Miftîtiya bajêr ji bo bidawîbûna kursan bernemeyek li dar xist.
Rayedarên midûriyeta perwerdeyê û miftîtiyê, bi hezaran zarok û malbatên wan beşdarî bernameyê bûn.
Bername li Mizgefta Mezin hat çêkirin. Zarokan pêşî Quran xwend, pişt re bang û sale dan.
Di kursan de 800 wezîfedarên diyanetê xebitîn. Bi tevahî jî 2 hezar zarok Quranê hîn bûn
Dîroka nûkirinê: 10 Tebax 2019, 14:53