Îsal cara ewil mihrîcana ciwaniyê ya besniya semsûrê hat lidarxistin. Di mihrîcanê de him danasina herêmê hat kirin him jî gelek sporên avê hatin kirin. ji bo beşdaran şova flyboardê jî hat kirin.
Li Besniya Semsûrê kêfa mihrîcanê heye. Li Semsûrê îsal cara ewil mihrîcanek tê lidarxistin.
Ji gelek deverên herêmê ciwan beşdarî mihrîcanê dibin.
Di bernameyê de tevî sporên xwezayê, sporên avê, maratona bisîkletê û pêşbaziya stranan hat lidarxistin.
Pêşbazan li ser çemê firatê raftîng jî kir.
Di mihrîcanê de flyboard yanî firîna bi ava fişar jî hebû.
Mihrîcana Ciwaniyê ya Besniyê wê heta 21 gulanê dewam bike.