"Mihrîcana Gastronomî ya Herêmî" : Xwarinên Bîrecîka navçeya Şanlıurfayê

Tehm û eklên Şanlıurfayê di "Mihrîcana Gastronomî ya Herêmî" da hatin nasandin

"Mihrîcana Gastronomî ya Herêmî" : Xwarinên Bîrecîka navçeya Şanlıurfayê

Xwarinên Bîrecîka navçeya Şanlıurfayê di "Mihrîcana Gastronomî ya Herêmî" da hatin nasandin.

Di organîzasyona ji alî Komeleya Hemû Restorant û Turîzmvanan (TURSES) hat kirin da balîcana Bîrecîkê, beqliyat, salçe, îsot û fistiqên herêmê dan nasandin.

Serokê Şaxa Gazîentabê ya TURESê Hasan Durmaz daxuyanî da rojnamegeran û got ku li Bîrecîkê ji bo navenda xwarin, xurek, ekl û tehmên herêmê bê avakirin hewl didin û wiha pê da çû: "Li navendê wê jin bixebitin û warinên me yên herêmî bipêjin. Em ê jî piştgiriyê bidin vê projeyê û gelek karsazên me yên dewlemend jî wê alî me bikin. Li Bîrecîkê mihrîcan dihatin kirin û me jî got ku bo nasandina xwarinên vê derê em jî xebateke wiha bikin. Înşeallah bi kêrî turîzma herêmê bê."

Şaredarê Bîrecîkê Mahmut Mîrkelam jî diyar kir ku ew dixwazin xwarin û xurekên malê Bîrecîkê bên nasandin û ji bo domandina vê çandê jî dixebitin.

Nasandina mihrîcanê hat kirin, rayedaran xeberdan û paşê jî beşdarbûyiyên mihrîcanê xwarin û xurekên Bîrecikê tehm kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE