Qeymeqamiya Midyada Mêrdînê di çarçoveya çalakiyên çandî de mihrîcana sîrkê li dar xist. nêzî 3 hezar zarok çûn mihrîcana li salona arenayê. zarokên midyadî di mihrîcanê de ji xwe re têr kêf kirin.
Qeymeqamiya Midyada Mêrdînê di çarçoveya çalakiyên çandî de xebatên cuda dike.
Herî dawî jî ji bo zarokan mihrîcana sîrkê hat lidarxistin.
Ji hin welatên Efrîqayê gelek hunerkarên sîrkê tevlî mihrîcanê bûn û hunera xwe pêşkêşî zarokan kirin.
Zarok û mezin ji ber mihrîcana sîrkê gelek kêfxweş bûn.
Nêzî 3 hezar zarokên ku tevlî mihrîcana li Salona Arebayê bûn, bi hev re têra xwe kêf kirin.