Li Amedê, di lêpirsîna li dijî baskê FETÖ’yê yê di nav eskeriyê de, ji bo 37 kesan qerara binçavkirinê derket.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê, derbarê baskê FETÖ’yê yê di nav Fermandariya Hêzên Bejayî de dest bi lêpirsînê kir.
Hat tespîtkirin berpirsên rêxistinê ji telefonên ankesor û malê li 37 kesan geriyane û fermanên rêxistinê bi vî awayî gihandine wan.
Li ser vê yekê serdozgeriyê 27 ji wan wezîfedar, derbarê 37 kesan de biryara derdestkirinê da.
Ji bo girtina gumanbaran li 16 bajaran operasyona hevdem dest pê kir.