Milisên Hefter ji 65î zêdetir moşekan va êrîşî bajarê Msallatayê kirin

Milîsên Hefter duh jî bi moşekan va êrîşî bajarê Garabulliyê kiribûn, dayikek û kurê wê hatibûn kuştin û 3 kes jî birîndar bûbûn.

Milisên Hefter ji 65î zêdetir moşekan va êrîşî bajarê Msallatayê kirin

 Li rojhilatê Libyayê milîsên Hefter ên ne meşrû ji 65î zêdetir moşek avêtin bajarê Msallatayê ya ku 130 kîlomêtro rojhilatê paytext Trablusê ye.

Navande Çapemeniyê ya Operasyona Volkanê ya Hêrsê ya girêdayî Hikûmeta Mitebeqatê ya Neteweyî (HMN) ya ku Neteweyên Yekbûyî (NY) hebûna wê qebûl dike daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê da hat gotin milîsên Hefter moşek avêtin bajarê Msallatayê ya ku sivîl lê dijîn û ji 65î zêdetir moşek li bajêr ketin, hin sivîl birîndar bûn û zirareke maddî jî çêbû.

Milîsên Hefter duh jî bi moşekan va êrîşî bajarê Garabulliyê kiribûn, dayikek û kurê wê hatibûn kuştin û 3 kes jî birîndar bûbûn.

Xwe wek serokê dewletê îlan kiribû

Xelîfe Hefter duh peyameke bidîmen weşandibû û gotibû hikmê Peymana Suheyratê ya ku NYyê garantoriya wê dikir nemaye û hêzên çekdar ên girêdayî wî wê kontrola hemû welêt hildin destê xwe.

Hefter got gel raye daye wî ku ew bibe serokê welêt û ew wê rayeyê bi kar tîne.

Hefter bi awayekî yekalî xwe wek serokê dewletê îlan kiribû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE