Milîsên Hefter cara duyemîn êrîşî Bendera Trablusê kir

Mustafa el-Meceiyê berdevkê "Operasyona Volkana Hêrsê", ku Hêzên Hikûmeta Mitabaqatê ya Neteweyî ya Lîbyayê dike, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku milîsên Hefter careke din bi roketan êrîşî Bendera Trablusê kir.

Milîsên Hefter cara duyemîn êrîşî Bendera Trablusê kir

Milîsên girêdayî Xelîfe Hefterê pêşengê hêzên çekdar ên nemeşrû ên rojhilata Lîbyayê, dîsa bi roketan êrîşî bendera paytext Trablusê kir.

Mustafa el-Meceiyê berdevkê "Operasyona Volkana Hêrsê", ku Hêzên Hikûmeta Mitabaqatê ya Neteweyî ya Lîbyayê dike, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku milîsên Hefter careke din bi roketan êrîşî Bendera Trablusê kir.

Meceî got ku, milîsên Hefter ji bo bêzarkirina Lîbyayiyan û zêdetir tevlihevkirina rewşa welêt cardin êrîşî Bendera Trablusê kir. 

Milîsên girêdayî Hefter duh piştî nîvro bi roketan êrîşî Lîmana Trablusê kiribûn. Li gor daxuyaniya Midûriya Benderên Lîbyayê ya ku girêdayî UMHyê ye, di êrîşê da li benderê xesareke mezin çêbû.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE