Li Elezîzê minîbêsa kesên diçûn dawetê lê siyar bibûn li kamyona rawestiyayî qelibî, di qezayê da 3 kes mirin û 12 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatin sitandin, minîbêsa bi plaqeya 46 ADM 073 a Arîf Kertel diajot û ji Qehremanmaraşê rêwî dibir Qersê li ser rêbejaya Elezîz û Bîngolê ji kontrola ajokar derket û li kamyona li rexê hatibû rawestandin qelibî.
Li gor tesbîtên ewil di qezayê da 3 kesên di minîbêsê da mirin û 12 kes jî birîndar bûn.
Li ser banga welatiyan ekîbên 112, polês, agirkujî, AFAD, UMKE û cendirmeyan sewqî herêmê kirine.
Ekîbên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên li herêmê.
Cesedê miriyan jî rakirin morga Nexweşxaneya Zanîngeha Feratê.
AA