Mir, lê 5 kes xilas kirin

Malbata bi êş û keser lebatên kurê xwe bexş kirin.

Mir, lê 5 kes xilas kirin

Li Îdirê, ciwanekî 17 salî qeza derbas kir û piştî 6 rojan ket rewşa nebatî, yanê mêjiyê wî sekinî. Malbatê, tevî êş û kesera xwe lebatên kurê xwe bexşandin 5 kesan.

Aykut Dalgayê 17 salî hefta berê qezayek derbas kir û hat rakirin nexweşxanê.

Lê rewşa wî giran bû û piştî 6 rojan êdî hemû fonksiyonên wî sekinîn.

Malbata Îdirî her çiqas bi kurê xwe yê ciwan diêşiya jî lebatên wî bexşandin.

Aykut ji vê dinê koç kir. Lê bi saya wî 5 kes wê derman bibin.

Ji bo ku lebatên bexşandî bigihînin nexwaşan, şeveqê di seat 5an de ji Stenbol û Erziromê 2 tîm hatin Îdirê û hema di nav tevdîran de jî bi rê ketin.

Dîroka nûkirinê: 09 îlon 2019, 14:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE