"Mirî yan jî sax ez kurê xwe dixwazim"

Ji dayikên Diyarbekirê Mevlude Uçdag: "Mirî yan jî sax ez kurê xwe dixwazim"

"Mirî yan jî sax ez kurê xwe dixwazim"

Mevlude Uçdaga ku li Diyarbekirê nobeda ewladan didomîne diyar kir ku di malperên alîgirên rêxistinê da xeberên îdia dikin ku kurê wê miriye hene û ew ji wan xeberan bawer nake û got ku "Ez ê dev ji têkoşîna xwe bernedim. Ez heta dawî biryardar im, mirî yan jî sax kurê xwe dixwazi. Heta hilnedim jî dê ji vir neçim. Ji bo ku zarokên din jî neyên xapandin em ê vê berxwedanê bidomînin."

Dayikê Uçdagê li ber derê Serokatiya Bajêr a HDPyê der barê îdiayên di hin malperên alîgirê terorê yên dibêjin ku kurê wê Remezan di 13ê tebaxa 2018an da di operasyonê da hatiye berterefkirin daxuyanî da.

Uçdagê diyar kir ku di 1ê hezîrana 2015an da kurê wê xapandin û derxistin serê çiyê, li ser vê yekê tevî çalakiyê bû û got ku "Em ê hember van hovîtiyên van bêdeng nemînin. Em zarokên me yên ku heqê me ne dixwazin. Ji dema ku tevî çalakiyê bûme vir va HDPyî ji bo ku min ji çalakiyê rakin her dem axaftinên wekî 'kurê te li ba me nîne, bi DEAŞê ra ye' kirin. Digel van ez ranebûm."

Uçdagê destnîşan kir ku bi tu awayî ji xeberên dibêjin ku kurê wê miriye bawer bakin û axaftina xwe wiha domand:

"Ji bo ku çavê min bitirsînin lîstikên cuda lîstin. Heke kurê min mirbe jî kanê hestiyên wî, gora wî? Heta testa DNAyê neyê kirin ez ê bawer nekim. Ez ê dev ji têkoşîna xwe bernedim. Ez heta dawî biryardar im, mirî yan jî sax kurê xwe dixwazi. Heta hilnedim jî dê ji vir neçim. Ji bo ku zarokên din jî neyên xapandin em ê vê berxwedanê bidomînin. Em ê nehêlin ku bixapînin. Dê nekarin ku dayikên di nobeda ewladan da ne jê vegerînin."

Uçdagê got dê têkoşîna ewladan bi biryardarî bidomînin û wiha axivî: "We di bin navê azadiyê da zarokên me revandin serê çiyê, çareserî li çiyê nîne. Li çiyê dewlet nayê damezrandin. Azadiya ewladên ku we ji dayikan veqetandiye bidin. Heta ku Komara Tirkiyeyê hebe partiya xaîn û şaxên wê dê tu carî nekare ku Kurdistana ku PKKya rêxistina terorê ya taşeron xeyala wê dike ava bike. Em ê destûrê nedin vê. Têkoşîna me û dewleta me dê wan ji holê rake. Ez ji dewleta xweî Serokomarê xwe, Wezîrê xwe yê Karên Navxweyî, waliy me, midûrê me yê ewlehiyê bawerim. Zarokên gelek malbatênv ir hatin, ez wisa bawer dikim ku dê yê min jî bê."

Dayikên Diyarbekirê yên ku piştî daxuyaniyê piştgirî dan Uçdagê dirûşmeyên dijî PKK û HDPya rêxistina terorê berz kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE