Mirina sîxurê Ingilîz

Li gorî raporê Le Mesurier ji cihekî bilind ketiye...

Mirina sîxurê Ingilîz

Ajanê berê yê Ingilîz li Stenbolê mir. Li gorî raporê ji ber ku jı cihekî bilind ketiye miriye. Lêbelê derheqê mirıina sîxurê Ingilîz de hin guman û îdia jî hene. Derbarê bûyerê de lêpirsîneke berfireh hat destpêkirin.

Li Beyoğluya Stenbolê li nêzî Mizgefta Kılıç Ali Paşa cendekek hat dîtin.

Diyar bû ku cendek yê sîxurê berê yê Ingilîz James Gustaf Edward Lemesurierê 48 salî ye.

Lemesurier, bi piştgiriya ku li Sûriyê dida Baretspiyan dihat nasîn.

Li gorî lêkolînê, di rûyê wî hatiye birîn hene û dest û milên wî jî ji çend cihan şikestine.

Ajanê berê, li avahiya li kêleka mizgeftê dima.

Li gorî raporê Le Mesurier ji cihekî bilind ketiye û miriye.

Li gorî îfadeya jina wî, Lemesurier ev demeke ji ber stresa zêde bi îlacan tedawî didît.

Şeva ku hedîse diqewime jî ji bo rakeve derman vexwariye.

Li gorî îdayeke din jî ajanê Ingilîz wê şevê bi jineke din re pevçûye.

Piştî lêkolînan wê sedema teqez a mirina ajanê berê yê Ingilîz diyar bibe.

Walîtiya Stenbolê jî got: “derheqê bûyerê de lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.”

Dîroka nûkirinê: 12 Mijdar 2019, 16:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE