''Mirinên ji ber hişbirê 941 bû û niha ev daketiye 228an"

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu: "Di sala 2017an da asta mirinên ji ber hişbirê 941 bû û niha ev daketiye 228an."

''Mirinên ji ber hişbirê 941 bû û niha ev daketiye 228an"

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu: "Di sala 2017an da asta mirinên ji ber hişbirê 941 bû û niha ev daketiye 228an."

 "Rêxistinên terorê hişbirê difiroşin û çekna dikirin. Bi taybetî li Ewropayê ji sedî 80 ticareta hişbirê di destê PKKyê da ye û tê gotin ku rêxistin salane derdora 1,5 milyar dolarî da ji hişbirê pere qezenc dike."

 "Gorî 10 mehên ewil yên sala par di 10 mehên ewil yên îsal da hejmara operasyonên me yên dijî hişbirê ji sedî 29 zêde bûye û hejmara kesên girtî jî ji sedî 8,5 zêde bûye û derketiye 19 hezar û 466an."

 "Bi taybetî dijî kesên ku li kuçe û kolanan hişbirê difiroşin em di nav xebateke girîng da ne. Îsal 19 hezar û 466 kes hatine girtin û jê 16 hezar û 603 kes li kuçe û kolanan hişbir firotine."

AA

Dîroka nûkirinê: 08 Mijdar 2018, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE