Li Ovacixa navçeya Tunceliyê mirovê ku bi êrîşa hirçê boz birîndar bû, bi helîkoptera eskerî rakirin nexweşxaneyeke li Elezîzê.
Xelkê gundê Koyungoluyê Mustafa Keser dema li tanga Zozanê Karagolê li ber pez bû, rastî êrîşa hirç hat.
Gundiyên çav bi keserê ku ji çend ciyên cuda birîndar bû ketin, xeber dan ekîbên 112 Servîsa Bilez û cendirmeyê.
Keser bi destê ekîbên tenduristiyê yên çûn ciyê bûyerê va bo Nexweşxaneya Dewletê ya Ovacixê hat rakirin. Piştî midaxeleya ewil a li vir, Keser bi helîkoptera eskerî rakirin nexweşxaneyeke li Elezîzê.
Diyar bû, rewşa giştî ya tenduristiya Keser baş e.
AA