Mistefa li benda alîkariyê ye

Destê wî yê protez divê bê guherandin.

Mistefa li benda alîkariyê ye

Mistefa Katarê Astengdar, li gundê dêrgulê yê Şirnakê 3 salan beriya niha di qezayekê de, ji milê xwe bû astengdar. Ew ji destê xwe emeliyat bû û dixtoran li şûna wî destê wî, destekl protez bi cih kir. Lê niha ji ber ku proteza wî piçûk bûye, nakeve destê wî. Mistefa ji bo protezeke nû, li benda alîkariyê ye.

Mistefa Katar li Dêrgula Şirnakê dijî.

3 sal berê di qezayekê de ew ji her du destên xwe bû astengdar…

Walîyê berê yê Şirnakê  Mehmet Aktaş, ji Mistefa re bu alîkar û destekî protez jê re dan çêkirin.

Piştî 13 ameliyatan, dixtoran li şûna destê wî, yekî protez bi cih kirin.

Lê êdî proteza wî ji cihê xwe derdikeve û ji ber vê yekê jî zehmetîyeke mezin dikêşe..

Ji ber ku malbat destteng e, nikare protezeke nû bistînin.

Mistefa û malbata xwe, ji hemû Turkiyeyê dixwazin ku destekî protez jê re were çêkirin…

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE