"Misulmanên Ewropî, bi awayekî sîstematîk rûbirûyê cûdaxaziyê ne"

Serok Erdogan got, "Misulmanên Ewropî, bi awayekî sîstematîk rûbirûyê cûdaxaziyê ne, maf û azadiyên wan ji destên wan têne sitendin."

"Misulmanên Ewropî, bi awayekî sîstematîk rûbirûyê cûdaxaziyê ne"

Serokkomarê Türkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Misulmanên Ewropî, bi awayekî sîstematîk rûbirûyê cûdaxaziyê ne, maf û azadiyên wan ji destên wan têne sitendin."

Serok Erdogan bi silavdayina beşdaran dest bi axaftinê kir û got, "Ji ber ku bi boneya vê lûtkeya watedar ez bi we re me, gelekî bextewer im."

Erdogan vîdeo mesajek şand Lûtkeya Lîderean (Dijîtal) a bi serenava "Jenosîd: Dersên ku li Srebrenîstayê Hatin Sitendin" ya ku ji aliyê Navenda Bîranînê ya Srebrenîstayê û Weqfa Sycamore bi piştevaniya Serokatiya Ragihandinê, bi boneya destpêka 25emîn salvegera Hevdîtinên Peymana Aşitiyê ya Daytonê ya ku 1ê Mijdara 1995an dawî li ceng û jenosîda Bosna Hersekê anî, hat lidarxistin.

Erdogan tekezî li wê yekê kir ku jenosîda li navenda Ewropayê qewimî di dîroka mirovahiyê de weke qirêjeke reş sekinî û got, "Tevî ku çarîke sedsalek ji ser derbas bû, jana 8 hezar û 372 xwîşk û birayên me yên Boşnak di dilê me de ye. Bi vê wesîleyê careke din em şehîdên xwe yên ezîz bibîr tînin û serexweşiyê ji malbat û xizmên qurbaniyên wê jenosîdê re dişînin."

Serok Erdogan destnîşan kir ku gelek ji failên jenosîdê cezayê ku heq dikirin nesitandin û got, "Ewên ku ew xwîşk û birayên me yên ku ketin bextê Neteweyên Yekbûyî teslîmî qatîlan kirin û şandin kuştinê, hesab nedan. Ya jê xirabtir, bi taybetî siyasetmedar û organên çap û çapmeniyê yên Ewropayî ji Jenosîda Srebrenîstayê dersa pêwîst nesitandin."

Erdogan got, "Misulmanên Ewropî, bi awayekî sîstematîk rûbirûyê cûdaxaziyê ne, maf û azadiyên wan ji destên wan têne sitendin. Pêdivê êdî ji vê rewrewa şaş ya ku siberoja mirovahiyê û çanda pêkvejiyana çand û baweriyên cuda tehdîd dike, bê gotin bes e."

Serok Erdogan herwiha got, "Çawa ku piştî felaketa Holokostê li dijî Dije-Smîtîzmê têkoşan hatibe dayin, îro jî pêdivê li hember dijayetiya Îslamê jî têkoşan bê dayin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE