"Mitabeqeta Libyayê bi ti hawî li dijî welatên din tehdît nîn e"

Wezîrê Berevaniya Neteweyî Hulusî Akar:"(Mitabeqeta Libyayê) Ev bi ti hawî li dijî welatên din tehdît nîn e, tacîza heq û hiqûqa wan nîn e"

"Mitabeqeta Libyayê bi ti hawî li dijî welatên din tehdît nîn e"

Wezîrê Berevaniya Neteweyî Hulusî Akar ragihand "(Mitabeqeta Libyayê) Ev bi ti hawî li dijî welatên din tehdît nîn e, tacîza heq û hiqûqa wan nîn e."

Akar digel Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayê Umit Dundar, Fermandarê Hêzên Deryayê Oramiral Adnan Ozbal û Fermandarê Hêzên Asîmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz piştî Civîna Nirxandina Ewlekariya cih, Firîn, Herekat-Perwerde û Lijistîk ya Sala 2018-2019 Perwerdeya Firînê" derbasî baregeha Fermandariya Hêzên Bejayê bû.

Wezîrê Berevaniya Neteweyî Akar li wêderê birîfîng ji fermandarên yekeyên beşdarên Herekata Kaniya Aşitiyê sitend û talîmat dan wan.

Akar derbarê Mitabeqeta Libyayê got, "Ev bi ti hawî li dijî welatên din tehdît nîn e, tacîza heq û hiqûqa wan nîn e."

Akar herwiha got, "Em di cîbicîkirina pêiviyên mitabeqetan de berdewam in. Em çaverê ne hevpeymanên me yên DYAyî û dostên me yên Rûs jî berpirsiyariyên xwe bi cih bînin."

Akar derheqê têkiliyên bi NATOyê re jî wiha got, "Em tehdîdên di nava hevpeyamanê de bi cidî digirin, bi heman şêweyî em çaverê ne hevpeyman jî berpirsiyariyên xwe yên li hember me cîbicî bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE