Mitbexa zengîn a Di̇yarbakirê

34 xwarin hatine tescîlkirin 15 jî endam in 

Mitbexa zengîn a Di̇yarbakirê

Di bin banê Serokkomariyê de û bi desteka Wezareta Çand û Turîzmê, hefteya metbexê tê lidarxistin. di vê çarçoveyê de li diyarbekirê jî bernameya danasîna xwarinên herêmî hat sazkirin. diyarbekir di gastronomiyê de ji xwe bawer e.   

Di çarçoveya hefteya Mitbexa Anadolûyê de li Diyarbekirê jî bernameya danasîna xwarinên bitescîl hat sazkirin. 

Di danasînê de ji kutilk, ceger û qedeyîfê bigirin heta hûrûrovî û serûpê; hemû xwarinên Diyarbekirê hatin pêşkêşkirin. 

Xwarinên şor, tûj, şêrîn û tirş.. Hemû xwedî çêj û lezzeteke cuda ne û ji dewlemendiya mitbexa Diyarbekirê ne. 

Heta niha 34 xwarinên Diyarbekirê bi nîşaneya herêmî hatine tescîlkirin û 15 jî endamên tescîlê ne. 

Aşpêjên diyarbekirî bi hostatiyeke mezin ev xwarin amade kirine û bi xwarinên xwe zehf bawer in. 

Diyarbekirî niha li bendê ne ku xwarinên wan ên din jî werin tescîlkirin û li cihanê bên naskirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE