Mixtarên navçeyê li hev civiyan

Qeymeqam mixtarên nû pîroz kirin û guh da daxwazên wan

Mixtarên navçeyê li hev civiyan

Qeymeqamê Dêrîka Çiyayê Mazî Hakan Kafkas mixtarên navçeyê li hev civandin. Qeymeqam, mixtarên nû pîroz kirin û guh da daxwazên wan.

Li Dêrîka Çiyayê Mazî QeymeqamêHakan Kafkas bi mixtarên navçeyê re rûnişt, şêwr û mişêwr girêda.

Kafkas bi bibîranîna Qeymeqamê Şehîd Mihemmed Fatih Safitûrk dest bi axaftinê kir..

Qeymeqam Kafkas ji bo xizmetan pêşniyazên xwe ji mixtaran re gotin û diyar kir ku ew ê piştgiriyê bide wan.

Qeymeqamê Derikê Hakan Kafkas: “Mixtarên heyama berê jî xizmeteke baş kir. Em spasiya wan dikin, keda wan gelekî mezin e. Divê mixtarên ku nû hatin hilbijartin jî di riya wan de biçin û xizmetên ku wan dest pê kir, bidomînin.”

Di civînê de mixtarên nû behsa pirsgirêkên xwe kir, ji qeymeqam alîkarî xwest.

Qeymeqam Kafkas diyarî dan mixtarên nû, bi mêvanên xwe ve heta ber derî derket, ew wisa bi rê kirin.

Dîroka nûkirinê: 27 Nîsan 2019, 16:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE