"Mixtartî xeyala min a zaroktiyê bû"

Sevda Sogut Sariya (42) li gundê Xidirê dijî ya dayîka zarekî ji zaroktiya xwe vir da dixwest ku bibe mixtar ji bo bê vê xeyala xwe bi cî bîne ji bo mixtariyê rûnişt.

"Mixtartî xeyala min a zaroktiyê bû"

Sevda Sogut Sariya li Xidira gundê Agiriyê dijî ji ber ku ji xizmeta mixtarên mêr razî nîne ji jinan ji xwe ra heyeta ezayan bijart û dixwaze bi piştgiriya gundiyan va bibe mixtar û xizmetê bide gund.

Sevda Sogut Sariya (42) li gundê Xidirê dijî ya dayîka zarekî ji zaroktiya xwe vir da dixwest ku bibe mixtar ji bo bê vê xeyala xwe bi cî bîne ji bo mixtariyê rûnişt.

Sariya havînê mêrg û zeviyan diçine, bi traktora xwe zeviyan diajo li gundê ku 170 hilbijêrên wê hene li dijî 2 namzedên mixtariyê yên mêr bû namzed.

Sari dixwaze ku bibe mixtara jin a ewil ya gund û ji bo vê bi piştgiriya jinan va ezayên xwe jî ji jinan bijart. Di nav ezayên Sariyê da jinên ku zanîngeh qedandine an jî hê xwendekar in jî hene.

Sari bi ezayên xwe ra li malan digere û xebatên hilbijartinê dimeşîne. Her diçe piştgiriya ku jin didin Sariyê zêde dibe.

Sariya ku havînê li mêrg û zeviyan dixebite û zivistanê heywanên xwe xwedî dike bi gundiyan ra diaxive ji wan ra qala projeyên xwe dike.

Sari dibêje heke bibe mixtar ew ê ji zarokan ra parka lîstikê ava bike pirsgirêka avê çareser bike û ji gundiyan ra mandireyê çêbike.

Sariyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji zaroktiya xwe vir da bazirganiyê dike, li zevî û mêrgan dixebite.

"Mixtartî xeyala min a zaroktiyê bû" 

Sariyê got ji bo ku alîkariyê bidin qîzên dixwazin bixwînin ezayên xwe ji jinên ku zanîngehê dixwînin bijart û wiha pê da çû: "

"Mixtartî xeyala min a zaroktiyê bû. Min heywandarî, cotkarî û beqalî kir. Hedefa min a dawîn mixtarî ye. Xwedê miyeser bike ez ê bibim mixtar. Ez ê ji gundê xwe ra xizmetê bikim, pirsgirêkan çareser bikim. Ji bo qîz û xortên me bixwînin ez bûm namzed û dixebitim. Ezayên min ji kesên ku zanîngeh qedandine an jî dixwînin pêk tên. Ev ji bo me avantaj e. Dema herin ciyekî em ê xwe baş îfade bikin, û daxwazên xwe bi dest bixin."

- "Jin ya herî baş û herî kaw dikin"

Cansu Beyazita xwendekara pola dawîn a Beşa Aboriya Xebatê ya Zanîngeha Ataturkê jî got di lîsteya ezayên Sariyê da ew jî heye û ji bo hilbijartinê qezenc bikin zehf dixebitin.

Beyazitê got ji gundiyan piştgiriyê dixwazin û wiha axivî: "Em herî zêde ji jinan piştgiriyê dixwazin. Dibê jin vî gundî îdare bikin. Jin ya herî baş û herî kaw dikin. Em ê vê bikin. Xwedê miyeser bike ku em qezenc bikin mixtara me nikaribe bixebite jî em ê wekî eza bixebitin û çi ji destê me were bikin. Em li benda rayên hilbijêran in."

Şeyma Soguta ku Beşa Xwedîkirina Zarokan a Zanîngeha Îbrahîm Çeçenê qedandiye jî got, "Ji bo ji gel ra xizmet bikin em li vê derê ne."

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Adar 2019, 09:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE