Mizgeft bi dengê zarokan şên dibin

"Ne bi tenê Qur'ana Pîroz, agahiyên dînî jî fêrî zarokên me tê kirin. Yanî ji Misilmanekî ra çi lazim bibe, mamosteyên me hînî zarokan dikin."

Mizgeft bi dengê zarokan şên dibin

Li Agiriyê di mizgeftan da dengê 22 hezar zarokên ku tên hînî Qur'anê bibin, olan dide.

Serokatiya Kar û Barê Diyanetê îsal bi mijara "Bila Mizgeft Tijî Zarok Bin, Exlaqê Wan Bibe Qur'an" xebat da destpêkirin ku havînê zarok bên mizgeftan û hînî xwendina Qur'anê bibin.

Li ser vê xebatê, li navenda bajêr, gund û navçeyan 22 hezar zarok çûn mizgeftan qeyda xwe ya qursa Qur'anê kirin û niha perwerdeyê dibînin.

Qursên Qur'anê di 17ê Hezîranê da dest pê kirin û wê 8 hefteyan dewam bikin. 

Ji bo perwerdeya zarokan 911 mamoste dixebitin ku dersên siyerî îlmihal û îbadetê bidin wan.

Zarokên serê sibê berê xwe didin mizgeftan him hînî Qur'an û nimêjê dibin, him exlaqê Îslamê hildidin û him jî dev ji xeysetên xwe yên nebaş berdidin.

Miftiyê Bajêr Tandogan Topçu ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji bo ku ewladên bixêr mezin bibin, feydeya wan bigîhîje welêt û gel perwerdeya wan a Qur'anê divê hê ew biçûk in dest pê bike û wiha axivî: "Her zarok û ciwanê ji navçe û gundên Agiriyê hatin cem xoceyên me û gotin ew dixwazin hînî Qur'anê bibin, me hildan qursên Quranê yên havînê. Ji bo ku em perwerdeyeke baş bidin wan wek teşkîlata Serokatiya Kar û Barê Diyanetê em amade ne."

- "Li bajêr 22 hezar zarokan qeyda xwe çêkir"

Topçu got mizgeft tijî zarok bûne, qurs wê heta Eyda Qurbanê dewam bikin û wiha dewam kir: "Li navenda Agiriyê, 7 navçe û hemû gundan tevahî 22 hezar xwendekarên me hene. Hemû zarokên qeyda xwe çêkirine bidildarî tên, malbata wan jî piştgiriyê dide wan. Ez spasiya malbatan dikim ku ew piştgiriyê didin zarokan. Qursên me yên havînê yên Qur'anê di 17 Hezîranê da dest pê kir û perwerde dewam dike. 2 roj beriya Eyda Qurbanê qursên me wê temam bibin. Ne bi tenê Qur'ana Pîroz, agahiyên dînî jî fêrî zarokên me tê kirin. Yanî ji Misilmanekî ra çi lazim bibe, mamosteyên me hînî zarokan dikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE