Serokê Karûbarê Diyanetê Ali Erbaş ragihand, "Ji sibê pê ve bi baldariya maske û jihevdûriyê em mizgeftan di wextên sibeh, mexrib û eşayê de ji nimêja cemaetê re vedikin."
Erbaş di parvekirina xwe ya li ser hesabê medyaya civakî de got, "Me mizgeftên xwe ji bo wextên nîvro û esirê ji nimêja cemeatê re vekiribû. Ji sibê pê ve bi baldariya maske û jihevdûriyê em mizgeftan di wextên sibeh, mexrib û eşayê de ji nimêja cemaetê re vedikin. Xwedê îbadetên me qebûl bike."
AA