Mizgefta hat restorekirin ji îbadetê ra hat vekirin

Mizgefta dîrokê ya tê riwayetkirin ku sedsala 12emîn da ji hêla Zengiyan va hatiye çêkirin  bi mîmariya xwe û xemlên di mîmariyê da balê dikşîne.

Mizgefta hat restorekirin ji îbadetê ra hat vekirin

Midûriya Herêma Weqfên Şanliurfayê piştî restorasyona biqasî 2 salan Mizgefta Bazarê ya tê riwayetkirin ku di sedsala 12emîn da ji hêla Zengiyan va hatiye kirin ji nû va îbadetê ra vekir.

Mizgefta dîrokê ya tê riwayetkirin ku sedsala 12emîn da ji hêla Zengiyan va hatiye çêkirin  bi mîmariya xwe û xemlên di mîmariyê da balê dikşîne.

Ji bo xebatên restorasyona mizgefta dîrokî ya li Meydana Haşîmiyeyê qismên ku paşê hatibûn zêdekirin hatin rakirin. Minare û deriyê ketinê yê bikemer hat temîrkirin û kitabeyên di nav mizgeftê da derxistin holê.

Xeta avê ya ku ji Gola Masiyan tê derxistin holê û berdidin hewşa mizgeftê.

Waliyê Şanliurfayê Abdullah Erîn piştî merasima vekirinê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku Mizgefta Bazarê yek ji mizgeftên herî kevnar ên bajêr e û kêxweş in ku vir ji nû va ji îbadetê ra vekirin.

Erîn got ku xebata restorasyonê dijwar derbas bû û wiha axivî: "Restorasyona mizgeftê biqasî 2 salan dewam kir. Me bîra esnafên xwe jî kir û lez da xebatan. Dîroka mizgeftê digihêje sedsala 12emîn. Me mizgefta ku çendî sedsal in li ser piyan e restore kir û emrê wê dirêj kir. Xweêd ji herkesê ku ked dan razî be."AA

Dîroka nûkirinê: 05 Tebax 2019, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE