Mizgefta herî mezin a Sêrtê

Li Mizgeftê wê 2 hezar kes karibin di heman wextê de nimêj bikin

Mizgefta herî mezin a Sêrtê

gundê Baxdaya Misirca Sêrtê, li ser hezar û 200 metreçarçikî mizgefteke mezin tê çêkirin. Li camiyê 2 hezar kes wê karibın di heman demê de nimêja xwe bikın.

Li gundê Baxdaya Misirca Sêrtê bi navê Seyîd Hesen Bexdadî mizgefteke zahf mezin tê çêkirin.

Gelek kes di mehên Nîsan û Gulanê de tên ber Tirba Seyîd Hesenê Bexdadî. Loma jî gundiyan xwest mizgefteke mezin li wir çêkin.

Înşeata camiyê bi piştgiriya welatî û xêrxwazan hat ber qedandinê.

Mizgeft li ser hezar û 200 metreçarçikî tê çêkirin. Tê de wê 2 hezar kes karibin bi hev re nimêja xwe bikin.

Dîroka nûkirinê: 17 Kanûn 2018, 12:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE