Mizgefta ku bû hedefa terorîstan hat temîrkirin

Camiya Kurşunluyê wê îşev di Şeva Regaîbê vebe...

Mizgefta ku bû hedefa terorîstan hat temîrkirin

Mizgefta Kurşunluyê ya Diyarbekirê di bûyerên xendeqan de ji alıyê terorîstan hatibû xirakirin. Dewletê mizgeft bi 10 milyon lîreyî jı nûve çêkir. Camiya dîrokî piştî 4 salan wê îşev di Şeva Regaîbê deriyê xwe ji cimaetê re veke Bi beşdariya Serokê Diyanetê Alî Erbaş wê mewlûda şerîf cara ewil were xwendin.

Biyikli Mehmet Paşa Mizgefta Kurşunliyê di sala 1516an de dabû çêkirin.

Bi sedan sal e li ser piyan bû û xelkê tê de îbadet dikir.

Lê mizgefta dîrokî di bûyerên xendekan de ji aliyê Terorîstên PKK’yî wek baregeh hat bikaranîn û tevî Qur’anên tê de hat şewitandin.

Piştî êrîşa hovane Midûriya Giştî ya Weqfên Tirkiyeyê ji bo temîra mizgefta Kurşunluyê dest bi xebatan kir.

Mizgefta Kurşunluyê bi kevirên reş ên qerecdaxê, bi kevirên spî yên Mêrdînê û bi darên guzan mîna eslê xwe hat çêkirin.

Restorasyon qediya û mizgefta Kurşunliyê piştî 4 salan wê deriyê xwe ji îbadetê re veke.

Cami di şeva xêr û fezîletê şeva regaîbê de wê were vekirin. Serokê Diyanetê Ali Erbaş jî wê li mizgefta Kurşunluyê beşdarî bernameya Regaîbê bibe.

Li navçeya Surê wê dîsa dengê azanê bilind bibe û mewlûda şerîf were xwendin.

Dîroka nûkirinê: 07 Adar 2019, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE