Mizgefta li Teqsîmê hat çêkirin û nimêja înê hat vekirin

Mizgefta li Teqsîmê hat çêkirin û nimêja înê hat vekirin

 Mizgefta ji nîşaneyên Stenbolê ya nû hat çkirin bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî nimêja înê hat vekirin.

Xîmê binî yê mizgeftê di 17ê sibata 2017an da hatibû danîn û Şefîk Bîrkiye û Selîm Dalamanê mîmar mohra xwe li mizgeftê xistin. Mizgeft bû nîşaneyeke Meydana Teqsîmê. Ji minareyên mizgeftê dengê azana înê hat bihîstin. Beriya nimêja înê li mizgeftê Qurana Pîroz hat xwendin, tekbîr û selewat hatin anîn.

Dema Serokomar Erdogan hat mizgeftê Mustafa Şentopê Serokê Meclisê û endamên protokolê pêşwaziya wî kirin. Erdogan beriya nimêja înê li hewşa mizgeftê selam da welatiyan.

Li mizgefta ji nîşaneyên Meydana Teqsîmê Alî Erbaşê Serokê Karûbarên Diyanetê xutbeya bi sernava "Fetha Stenbolê û Mizgeftên Mohra Îslamê ya Rûyê Erdê" da.

Erbaş piştî diayê hat kirin nimja înê da kirin. Alî Erbaş piştî Fat,îheyê ji Sûretê Fethê ayet xwendin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE