Mizgefta li Teqsîmê hat çêkirin îro tê vekirin

Mizgefta li Teqsîmê hat çêkirin îro tê vekirin

 Mizgefta 4 sal berê li Teqsîmê xîmê binî hatibû danîn û 2 hezar û 250 kes dikarin bi hev ra lê îbadetê bikin ew ê îro bi fermî were vekirin.

Merasima vekirinê ew ê bi teşrîfa Serok Recep Tayyîp Erdogan û piştî nimêja înê were kirin.

Xîmê binî yê mizgeftê di 17ê sibata 2017an da hatibû danîn û Şefîk Bîrkiye û Selîm Dalamanê mîmar mohra xwe li mizgeftê xistin. Mizgeft bû nîşaneyeke Meydana Teqsîmê.

Mizgeftê bi Aya Trîadaya Dêra Ortodoksan û Maksema Teqsîmê va parçeyên Meydana Teqsîmê temam kir.

Li ser her hûrgiliyên mizgeftê xebat hatin meşandin, otopark, pêşengeh, salona konferansê, aşxane û Pirtûkxaneya Dijîtal a Îslamê jî hatin avakirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE