Mizgefta merwanî ya hezar salî

Mizgefta dîrokî pişti 84 salan dîsa ji bo îbadet û turîzmê hat vekirin...

Mizgefta merwanî ya hezar salî

Em ê niha mizgefteke balkêş û taybet bînin ser ekranê. Di bedena diyarbekirê de îbadetxaneyek heye û navê wê jî camiya werwanî ye. Mizgefta ku li ser birca dagxapiyê hezar sal berê hatiye çêkirin ev 84 sal in girtî bû. Ev berhema dîrokî piştî 84 salan dîsa ji bo îbadet û turîzmê vebû.

Diyarbekir di dewra hezretî Omer de di sala 639’an de ji aliyê artêşa Îslamê hat fetihkirin.

Îslamiyet li ser bajarê Amedê li Anadolê belav bû û Misilmanan gelek camî dan çêkirin.

Mizgefta Merwanî ya li ser kaleya Diyarbekirê ku li birca Daxkapî yê jî yek ji wan e.

Leşkerên ku bajarê qedîm diparastin di vê mizgeftê de îbadeta xwe dikirin.

Lê mixabin ev camî di dewra komarê de ji bo karên din hat bikaranîn.

Piştî ku Midûriyeta Emlaqên Neteweyî mizgefta tarixî dewrî Serokatiya Karên Dînî kir, li mizgeftê heta îro îbadet nedihat kirin. Lê pişti 84 salan ev yek guherî û mizgeftê deriyê xwe ji Misilmanan re vekir.

Azan hat xwendin û welatiyan berê xwe da mizgeftê. Di mekanê pîroz de nimêj û dia hatin kirin.

Mizgefta Merwanî bi kevirê reş û bi mîmariyeke balkêş hatiyê avakirin. Ev berhem mîna muzeyê jî tê qebûlkirin.

Camiya Merwenî di sala 2015an de bi Keleha Amedê re ket lîsteya UNESCO’yê jî. Ji bo vê yekê bala turistan jî dikşîne.

Dîroka nûkirinê: 13 Mijdar 2018, 14:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE