Mizgefta Mezin a li Hakkariyê hat vekirin

Waliyê Hakkariyê û Wekîlê Şaredar Îdrîs Akbiyik diyar kir ku mizgefta li Taxa Bulakê ku wek mizgeftên heyama Selçûkiyan hat avakirin bi saya telîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va hat çêkirin. 

Mizgefta Mezin a li Hakkariyê hat vekirin

 Mizgefta Mezin a li Hakkariyê ku hat çêkirin û di carekê da 2 hezar û 500 kes dikarin tê da nimêj bikin hat vekirin.

Waliyê Hakkariyê û Wekîlê Şaredar Îdrîs Akbiyik diyar kir ku mizgefta li Taxa Bulakê ku wek mizgeftên heyama Selçûkiyan hat avakirin bi saya telîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va hat çêkirin.

 

Akbiyik ji bo Mizgefta Mezin a li navenda bajêr ku îro bi nimêja îniyê va îbadetê ra hat vekirin got: "Li her bajarî sembolên wek Ayasofya û Mizgeftên Mezin hene. Ev mizgeft jî wê bibe nîşana Hakkariyê . Bi qasî 2 hezar û 500 kes dikarin tê da bi rihetî bi cih bibin."

Qurban hat serjêkirin û mizgeft piştî diayan ji îbadetê re hat vekirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE