Mizgeftên li Rojhilatê bi zarokan şên bûn

Mizgeftên Herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê îsal saya serê qursên Quranê yên ku Serokatiya Karên Diyanetê vekir bi zarokan şên bûn.

Mizgeftên li Rojhilatê bi zarokan şên bûn

Mizgeftên Herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê îsal saya serê qursên Quranê yên ku Serokatiya Karên Diyanetê vekir bi zarokan şên bûn.

Serokatiya Karên Diyanetê qûrsên Quranê yên ji bo îsal bi dirûşmeya "Bila Mizgeft bi Zarokan Tijî Bibin, Exlaqê Quranê Hîn Bibin" va da destpêkirin. Qursên ku di 17ê Hezîranê da dest pê kirin wê heta 9ê Tebaxê dewam bikin.

Di nav zarokan da ji bo hînbûna Quranê li bajarên wek Diyarbekir, Sêrt, Mêrdîn, Şirnex û Bîngolê eleqe gelek zêde heye û bi hezaran mizgeft bi saya qursên Quranê tijî zarok bûn.

Li Diyarbekir û Şirnexê jî di wan mizgeftên êrîşên terorê da zirar dîtibûn û piştî restorekirinê ji bo nimêj û taetê hatibûn vekirin qurs tê dayîn.

 Di nav 3 rojan da bi qasî 70 hezar zarok hatin mizgeftan

Li çar aliyê Diyarbekir ji bo zarok hînî Quranê bibin di 2 hezar û 398 cihên wek qurs û mizgeft in da ji hêla 3 hezar û 267 hîndekaran va perwerdehî tê dayîn.

Mêrdîn

Li Mêrdînê sala par di 300 qursî da bi qasî 29 hezar zarok ji bo hînî xwendina Quranê bibin perwerdehî hildan û îsal jimara qursan gihîşt hezar û 500î û ji 40 hezarî zêdetir zarok li wan qursan tên perwerdekirin.

Sêrt

Sala par li seranserê Sêrtê 14 hezar zarok ji bo hînî xwendina Quranê bibin çûbûn qursê lê îsal tê xwestin ku ev reqam bigihêje 25 hezar zarokî.

Şirnex

Par di 537 mizgeft û 295 qursên Quranê da bi çavdêriya 947 mele û hîndekarî va nêzî 22 hezar zarok dersa Quranê hildan û îsal tê xwestin ku ev jimar bigihêje 30 hezarî.

Bîngol

Li çar aliyê Bîngolê jî di 850î mizgeft, qurs û cihên din ji bo hînkirina Quranê perwerdehî û qurs tê dayîn. Ji bo vê yekê hezar û 20 hîndekar wezîfedar in û ji 25 hezarî zêdetir zarok tên wan qursan.

Serokatiya Miftîtiyên hemû bajaran ji dê û bavan hêvî û rica dikin ku bila zarokên wan ji hînbûna Quranê paşde nemînin dixwazin ku bila zarokan derengî nexin û wan zû bişînin cihê lê Quran tê hînkirin.

Dîroka nûkirinê: 21 Hezîran 2019, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE