Mînîbusa ku werzişvan tê da bûn welgeriya

Li Yozgatê mînîbusa ku werzişvan tê da bûn welgeriya. Li gorî encamên destpêkê di qezayê da 2 kes mir, 15 kes jî birîndar bûn...

Mînîbusa ku werzişvan tê da bûn welgeriya

Li Yozgatê mînîbusa ku Tîma Hentbolê ya Jinan a Ordu Gençlerbirligi tê da bû, totî newalê bû û li gorî encamên destpêkê 2 kes mir, 15 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyê, mînîbusa ku plaqeya wê 52 RF 559 e û werzişvanên Ordu Gençlerbirligi ku ji tîmên Lîga 2yemîn e tê da bûn, li navçeya Aydincikê li nêzîkî gundê Çokelekê totî newalê bû.

Li gorî encamên destpêkê di qezayê da 2 kes mir, 15 kes jî birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneyên li Çekerek û Sorgunê.

Hat destnîşankirin, werzişvanên Ordu Gençlerbirligi ji bo maçê diçûn Yozgatê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE