Mînîbusa xwendekaran wergeriya

Mînîbusa ku xwendekarên biyanî tê da bûn û wê ji Adiyamanê seba ezmûna zanîngehê biçûna Sîvasê wergeriya û 9 kes birîndar bûn

Mînîbusa xwendekaran wergeriya

Mînîbusa ku xwendekarên biyanî tê da bûn û wê ji Adiyamanê seba ezmûna zanîngehê biçûna Sîvasê wergeriya û 9 kes birîndar bûn.

Servîsa xwendekaran a ku plaqeya wê 27 S 0607 e û nasnameya şofêrê wê hê ne diyar e, li kîlomêtreya 25emîn a rêya Adiyaman-Besniyê ji kontrolê derket û wergeriya.

Di qezayê da 9 ciwanên Iraqî û Sûriyeyî birîndar bûn.

Li gor agahiyê xwendekar wê li Zanîngeha Cumhuriyetê ya Sîvasê têketana Ezmûna Xwendekarên Biyanî.

Ambulansan xwendekar rakirin nexweşxaneyên Adiyemanê û hat gotin ku rewşa wan baş e.

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Gulan 2019, 17:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE