Mozaîka kevnare derket holê

Li ber bendavê mozaîka sedsala 5. hat dîtin....

Mozaîka kevnare derket holê

Li Semsûrê li ber bendava Ataturkê bi baldariya masîvanan mozaîka kevnare hat dîtin. Tê texmînkirin ku ev mozaîk di sedsala 5emîn de hatiye çêkirin. Li ser 4 metreqare mozaîkê axeke kêm heye û xebatên ji bo derxistina giştiyê mozaîkê didomin.

Av di ser de gelek çûye û hatiye…

Bi baldariya masîvanan jî hatiye dîtin…

Li Semsûrê li ber bendava Ataturkê mozîka kavnare derket holê.

Rayedar li ser xeberê çûn ciyê mozaîkê û xebatên paqijiyê dan destpêkirin.

Li ser 4 metreqare mozaîkê axeke kêm hebû û ew beş bi hêsanî derket holê.

Tê texmînkirin ku bêtir mozaîk li wê derê heye.

Ev mozaîk di sedsala 5emîn de hatiye çêkirin û heta îro bi heman şiklî maye.

Di salên dawî de li Semsûrê beş bi beş mozaîk derdikevin holê.

Dîroka nûkirinê: 11 Tîrmeh 2019, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE