Li Semsûrê kevirên mozîkan ên ku di 2009an de li pirînê hatin dîtin, bi destê jinan ji nû ve tên raxistin. kursiyerên semsûrî him hînî karê mozaîkan dibin him jî figûrên rengîn çêdikin.
Li Semsûrê li bajarê antîk Pirînê, di 2009an de 155 metreçarçik qada mozîkan hatibû derxistin.
Kevirên mozaîkan ên ku li vir hatin dîtin, bi destê kursiyerên şaredariyê ji nû ve tên raxistin.
Li nav mozaîka ji heyama Bîzansê figûra pezkovî, şaxên tiriyan û tirî hene.
Kursiyer li gorî van figûran bi hessasî keviran bi cih dikin.
Semsûr bi tûrîzm û dîrokî navdar e, li gelek derên bajêr mozaîk hene.